Endama Koordînasyona Kongreya Star: Rewşa li Îmraliyê hesas e

Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Rewşen Haçim diyar kir ku tevî rewşa koronayê, hê jî dewleta Tirk serdanên ji bo Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî red dike, em bang li rêxistinên mirovî û hiqûqnas dikin ku bi lez dest-werdanê bikin û rewşa girtiyan bizanibin.

Vîrûsa coronayê li tevahî cîhanê berbelav bû, bi hezaran kes bûn qurbanî û bi wê re jî cîhanê tedbîrên pêşîlêgirtina li dijî vîrûsê girtin.

Yek ji dewletên zirar ji vîrûsê dîtiye Tirkiye ye, lê desthiladarên wê tedbîrên guncaw derbarê parastina ji vîrusê de ne-girtine.

Ev yek dihêle ku rê li pêş belavbûna vîrûsê were vekirin û li ser girtîgehan jî xetereyeke mezin çêdike.

Derbarê mijarê de Endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Rewşen Haçim axivî û got:

Dewleta Tirk zirareke mezin ji ber vîrûsê dîtiye û heta niha tu tedbîr ji bo parastin gel û girtiyan na-gire.

Rewşên destnîşan kir ku jiyana girtiyan di xetereyê de ye û bi sed hezaran girtî di girtîgehên Tirkiyê de ne û wiha pê de çû.

Beriya hefteyekê dewleta Tirk biryara serbest-berdana girtiyan da lê ew biryar ji bo girtiyên siyasî ên Kurd ne-derbasdar bû.

Tevî ev rewşa xeter ku tevahî cîhan tê re derbas dibe, dewleta Tirk hê jî na-hêle parêzer û malbata Rêber Ocalan serdana wî bikin û rewşa wî ya tenduristiyê bizanin, ev jî cihê fikar û metirsiyê ye.

Rewşen Haçim dawiyê bang li rêxistinên mirovî û hiqûqnas kir ku zextê li Tirkiyê bikin da ku bihêle parêzer, bijîşk û malbata Ocalan serdana wî bikin û rewşa tenduristiya wî bizanin.

Back to top button