KJK: Em ê jiyanê bi her rengî biparêzin

Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê derbarê vîrûsa coroan daxuyaniyek da, bang li jinan hemûyan kir û got, li dijî ‘şewba kapîtalîzmê’ dem dema xurtkirina têkoşîna jinê ya global e.

Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku vîrûsa corona ku krîzên piralî pê re rû dan, encama modernîteya kapîtalîst e.

KJK’ê destnîşan kir, sîstema kapîtalîst kanserê ber dide nava her hucreyan û got:

Em hemû ne xwedî derfetên wekhev ên ji bo parastina ji vîrûsê ne.

Berpirsyarê sereke yê vê krîzê, kapîtala fînansê ya global û netewe dewlet in, ji ber ku ye krîz afirandiye e win.

Careke din bi zelalî hate dîtin ku dewlet kêrî civakan nayê, di rojeva hikumetan de polîtîkayeke tenduristiyê ya civakî biparêze nîne.

Heta niha bi sedan doktor, hemşîre û personelên tenduristiyê dema hewl dan mirovên bi vîrûsê ketine rehet bikin bi vîrûsê ketin û jiyana xwe ji dest dan.

Dewleta Tirk jî tevlîheviya ji ber vîrûsa corona rû da, ji xwe re kir firsend.

KJK’ê destnîşan kir ku tundiya li nava malê ya di dema şewbê de zêde bûye ne-tesadufîye û weha got:

Ji jinan careke din tê xwestin ku ‘fedakariyê’ bikin û bikevin nava têkoşînê.

Divê em jî li rêbaza xwe ya jiyanê bipirsin, em hêza parastina xweza û jiyanê ava bikin.

Em jin pêwîste pêşengiyê ji vê yekê re bikin, ji ber ku ev krîza ku mîna şerê li dijî nirxên bingehîn ên mirovahiyê ye, herî zêde bandorê li jinan dike.

Wê çaxê emê xwe, hebûna xwe, nirxên xwe yên civakî, xwezaya xwe yanî jiyanê li her qadê biparêzin.

KJK’ê bang li sazî û rêxistinên jinan kir ku di vê pêvajoyê de ji bo ku li jinê xwedî-derkevin tedbîrên li dijî vîrûsa corona zêdetir bikin û weha bi dawî kir:

“Em dikarin bi ser bikevin! Ji ber ku em jin in û hêza me heye ku cîhanê biguherînin!”

Back to top button