PEYMANA NETEWÊN YEKBÛYÎ YA LI SER KOÇBERIYÊ LI BER ÎMZEKIRINÊ YE

Îro bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî konferansa “Peymana penaberiya bi ewle, rêkûpêk û li gorî rêzikên cîhanî ” li bajarê Markeş ê Fasê li dar dikeve.

Ev peyman weke peymana yekemîn a penaberan tê qebûlkirin û ji 23 armancên hevpar pêk tê.

Peyman, li aliyekê têkoşîna li dijî penaberiya bi riyên der-qanûnî pêk tê derdixe pêş û diyar dike ku penaberî mafek e.

Heta niha 190 endamên NY’yê eşkere kirine ku wê peymanê mohr bikin.

Lê belê welatên weke Emerîka, Awûstûralya, Îtalya, Polonya, Şîlî, îsraîl, Çekya, Komara Domînîk, Estonya û Macaristanê eşkere kirine ku wê peymanê mohr nekin.

Hêjayî gotinê ye ku wê Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel beşdarî konferansê bibe.

Leave a Reply

Back to top button