Şehîdên komkujiya Raperîna Qeladizê hatin bibîranîn

46 sal berê niha balafirên şer ên rejîma Baas’ê bajaroka Qeladizê bi çekên qedekirî bombebaran kir û komkujiyeke mezin pêkanî. Piştî komkujiyê bi 8 salan careke din di heman rojê de 2 jinên pêşeng hatin şehîdkirin. Îro heman êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve li ser gele herêma Pişder tê kirin. Merasîma îsal bi sedema vîrûsa Coronayê tenê bi çelenk danînê hate encamdan.

24’ê Nîsana 1974’an balafirên rejîma Baas’ê ya Sadam Hisên bi çekên qedekirî êrîşê bajaroka Qeladizê kirin.

Ji ber Pişder weke dergûşa raperîn û şoreşgeriyê dihate zanîn û hêlîna xebatên çekdarî û siyasî ya netewî bû, timî dibû hedefa rejîma Baas’ê.

Yek ji navendên ku bû hedefa êrîşan jî Zanîngeha Silêmaniyê ya li Qeladizê bû.

Rejîma Baas ku ji fikrên şoreşgerî û netewî ya Kurd ditirsiya mamoste û xwendekarên zanîngehê jî hedef girt.

Di encama êrîşê de 167 kes ku di navê de mamoste, xwendekar û xelkê sivîl hebû şehîdbûn.

Her wiha di derdora 300 kesî de jî welatî birîndar bûn.

Di bîranîna 24’ê Nîsana 1982’an de careke din rejîma Baas’ê êrîşê welatiyên ku xwestin şehîdan bibîr bînin kirin.

Girse piştî 8 sal li ser komkujiya 1984’an de di roja salvegerê de xwestin bi girseyî ji ava Zê heta cihê komkujiyê meşeke protestoyî lidarbixin.

Di nava girseyê de jin jî bi hejmarek berçav cih digirtin.

Lê rejîm careke din tawan li dijî gelê herêmê kir û êrîşê xwepêşanderan kirin.

Di encamê de dayike Emîne û mamoste Sinewber, şehîd bûn.

Gelek kes jî di vê êrîşa leşkerên rejîmê de birîndar bûn.

Erîşên li ser Qeladizê tenê bi vê re jî sînordar nema.

Di sala 1989 û 1992’an de jî êrîş li ser herêmê hatin kirin.

Hersal bi beşdariya malbatên şehîdan, rêveberiya îdareya Raperîn û xelkê herêmê şehîdên komkujiyê tên bîranîn.

Îsal ji ber vîrûsa Coronayê tenê Endamên Rêveberiya YNK’ê ya Raperîn, Yekîtî Jinanî Kurdistan, Qeymeqam û serokê şarewanî, hêzên ewlekariyê ve bi danîna çelengan hatin bîranîn.

Di merasîma îsal de ti rayedarek anjî Rêveberiya şehîdên Pişder axaftin nekirin.

Malbatên şehîdan ji Hikûmeta Herêmê nerazîne ku wan piştguhkiriye û daxwazên wan pêknanîn.

Hinek ji malbatên şehîdan li cihê merasîmê bi dengê bilind gilî û gazinda rêveberan dikirin.

Back to top button