Li seranserê cîhanê jimara kesên bi Corona ketine, nêzî 3 milyonan dibe

Jimara qurbaniyên vîrûsa Coronayê nêzî 200 hezar kesî dibe. Vîrûsa corona wisa kiriye ku êdî ti tişt weke berê nemaye. Li kolanan mesajên ku wê hîn gelek kes bimrin tên dayîn û cihên giştî jî ji rêwiyan vala mane.

Bi hatina rojiya remezanê re misilimanên li cîhanê jî nikarin biçin mizgeftan. Her wiha Çîn a ku vîrûs jê derbû jî 30 milyon dolar, pêşkêşî Rêxistina Tenduristiyê Cîhanî dike.

 

Amerîka xwe ji bo dayîna qurbaniyên zêdetir amade dike

Vîrûsa corona ku li cîhanê belav dibe, hîna jî bandora xwe li hemû beşên jiyanê dike.

Di pêvajoya belavbûna vîrûsê de gelek dîmenên ku ti carî li cîhanê nehatine dîtin, derdikevin pêş.

Yek ji welatên ku bi çêkirina vîrûsê tê tewanbarkirin û bi xwe jî jê pir bandor bûye, Amerîka ye.

Li wir jî hîna jî amadekariyên dayîna qurbaniyên zêdetir tên kirin.

Li Kolanên bajarê New Yorkê dîsa erebeyên cemidandinê yên ji bo cenazeyan hatin bicihkirin.

Li Brazîlya heman amadekarî tên kirin

Li Brazîliya jî ku jimara kesên ji ber vîrûsê dimrin bilind bûye, heman amadekarî tên kirin.

Li vir jî gelek gor ji bo qurbaniyên vîrûsê hatin amedekirin.

Çîn 30 milyon dolar dide rêxistina tenduristiyê ya cîhanî

Piştî ku Amerîka desteka pereyan a ji bo Rêxistina Tenduristiyê rawestand, hin welat jî hewl didin valahiyê dagrin.

Di vê çarçoveyê de Çîn a ku vîrûs jê der bû, ragihand ku ewê 30 milyon dolarên din weke alîkarî ji bo xebatên rûbirûbûna vîrûsê, pêşkêşê rêxistinê bike.

Çînê beriya niha jî 20 milyon dolar dabû.

Parka Medrîdê vala maye

Piştî Amerîka parzemîna herî zêde ji ber vîrûsê teman da, Ewropa ye.

Ji ber belavbûna vîrûsê bandor li hemû beşên jiyanê bûye.

Ji ber tedbîrên pêşîlêgirtina vîrûsê, li Paytext Medrîdê, Parka El Retiro a navdar ku di rewşên asayî de, bi tûrîstan tije bû, niha vala maye.

Mizgefta Moscovayê bê nimêjker maye

Meha Remezanê ya îsal di wexteke ku cîhan di bin bandora vîrûsa corona de ye, bi ser misilmanan de hat.

Misilmanên li Rûsya jî weke yên hemû cîhanê ji vê yekê bandor bûn.

Ev jî Mizgefa Mezin a Moscova ye.

Ji ber tedbîrên li dijî vîrûsê ew jî ji nimêjkeran, vala maye.

Back to top button