Bakur û Rojhilatê Sûrî..Li dergehên sînorî navendên tenduristiyê hatin zêdekirin

Tedbîrên ji bo nederbasbûna vîrûsa Coronayê ji herêmê re dewam dikin. Di vê çarçoveyê de biryara nederketina derve ku di 21’ê vê mehê de hat dirêjkirin di roja 4’an de dewam dike. Cîgerê hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid diyar kir ku wan navendên tenduristiyê li dergehên sînorî zêde kirine.

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî tedbîrên xwe ji bo nederbasbûna vîrûsa Coronayê ji herêmê re dewam dike.

Cîgerê hevserokatiya Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî û Endamê Şaneya Aloziyê Hemdan El-Ebid teqez kir ku wê deriyên sînoran bimînin girtî.

Hemdan El-Ebid anî ziman ku ji bo kesên ku ji derveyî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî tên ew ê heta 14 rojan di navendên çavdêriya Tenduristiyê de bimînin.

Cîgerê hevserokatiya Meclisa Rêveber diyar kir ku wan navendên tenduristiyê li dergehên sînorî zêde kirine û jimara navendan gihaşt 16’an.

Hemdan El-Ebid anî ziman ku ew niha têst û tiştên pêwist li wan navendan zêde dikin.

Tevî vê tedbîrê biryara nederketina derve jî ku 23’Adarê hatibû ragihandin dewam dike.

Her wiha pêngavên pakkirinê jî li seranserî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî dewam dikin û hazirtî ji bo zêdekirina wan pêngavan tê kirin.

Têkildarî vîrûsê belavok hatin belavkirin

Li aliyekî din jî komeke endamên Federasyona Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana gaziyên şer kir.

Her wiha belavokên têkildarî vîrûsa Coronayê jî li wan belav kirin.

Back to top button