Li Tirkiyê bîlançoya Corona giran dibe

Dewleta Tirk a faşît ku li ser jimarên rast dinixumîne, zextên li ser girtiyan jî dewam dike. Xizmên girtiyan ku ji ber belavbûna vîrûsê ji rewşa wan bi fikarin, banga serbestberdana girtiyan dikin.

Li Amedê ji ber qedexeya derketinê kolan vala ne

Qedexeya derketina derve ya ji bo parastina ji vîrûsê ku li 31 bajarên hatiye raghanin, di roja duyemîn de didome.

Li Amedê jî ji ber qedexeyê li kuçe û meydanan bêdengî serdest e.

Wezareta Karên Navxweyî firinên ku nan dipijînin jî qedexe kir û hem welatî û hem jî xwediyên firinan mexdûr dibin.

Ji ber vê qedexeyê welatî êdî wek berê nikarin berê xwe bidin firinan.

Loma di vî warî de hem welatî û hem jî xwediyên firinan mexdûr dibin.

Li ber hin market, dikan, firin û dermanxaneyan hindik be jî qelebalixiyek heye.

Tevî metirsiya vîrûs û qedexeyê, karker dixebitin

Di pêvajoya vîrûsê de tevî qedexeyê jî karker tên xebitandin.

Li gor rapora Meclîsa Tenduristiya Karkern û Ewlehiya Karî (ÎSÎG) herî kêm li 159 kargehan testa 855 karkerî pozîtîf derketiye û 52 karker jî jiyana xwe ji dest dane.

“Em girtîgehan ji bîr nekin û bibin dengê wan”

Di pêvajoya belavbûna vîrûsê de, yek ji cihên ku metirsî li ser heye jî , girtîgeh in.

Koordînasyona Qeyranê ya Herêmê ya Covît-19 bi sernavên “Em Girtîgehan ji bîr nekin, Em bibin dengên girtîgehan” daxuyanî da u ba kişand ser rewşa girtiyan.

Koordînasyonê destnişan kir ku di roja rojiya Remezanê ya ewil de bi mirina çalakgerê Rojiya Mirinê Mustafa Koçak hişyar bûn û wiha got:

“Mixabin daxwazên wî dikarîbû bihatina bersivandin.

Lê daxwazên wî li ber çavan nehat girtin.”

Koordînasyonê banga berdana girtiyan li desthilatdariya Tirkiyê kir.

Malbatên girtiyan ên Mexmûrê banga berdana xizmên xwe kir

Malbatên girtiyan yên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), ji ber rewşa zarokên xwe yên di girîgehên dewleta Tirk de bi fikar in.

Malbatan xwestin ku berî ku li girtîgehan vîrûsa bibe metisiyeke hîn mezirtir, girtî werin berdan.

Her wiha bang CPT û saziyên navneteweyî kirin ku erka xwe pêk bînin.

Back to top button