”Divê em desturê nedin êrîşan, armanca me jî yekîtî be”

Bertek û nerazîbûnên li dijî aloziya Zînî Wertê didomin. Jinên siyasetmedar ên li Wanê jî bertek nîşanî vê aloziyê dan û diyar kirin ku êrîş li dijî destkeftiyan e, divê yekîtiya neteweya kurd were ava kirin.

Jinên siyasetmedar ên li Wanê bertek nîşanî aloziya Zinî Wertê û êrîşên li ser Mexmûrê dan û diyar kirin ku li dijî tevahî êrîşan pêwîstî bi yekîtiyê heye.

Cîgira Hevserokatiya Partiya Mirov û Azadiyan, Menîce Gulmez destnîşan kir ku dewlet li dijî Kurdan şer dikin, ne raste ku kurd şerê hev bikin. Ev êrîş tê wateya têkbirina destkeftiyên sedsalan.

Menîce Gulmez balkişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî û diyar kir ku divê em destur nedin van êrîşan, dema em yekîtiya xwe pêk bînin wê tu kes negihêje armanca xwe.

Hevseroka HDP’ê ya Wanê Oznur Bartin da zanîn ku helwesta hindek partiyan li hember yekîtiya netewî wê weke lekeyek reş derbasî dîrokê bibe. Ji ber parçebûna kurdan heta niha, dijmin êrîşî wan dike.

Oznur Bartin bang li partiyên kurdî kir ku bi hişmendiya yekîtiya neteweyî tevbigere.

Rêvebera Partiya Kedê ya Wanê Zelal Sari jî destnîşan kir ku gelê Kurd bi salan e têkoşîna neteweyî dimeşîne, lê dijmin rê nade ku yekîtî pê were.

Zelal Sari dawiyê bang li partî û aliyên siyasî kir ku ji bo kurd pêşeroja xwe diyar bikin, divê li ser hîmê demokratîk xwe rêxistin bikin û li derdora yekitiya neteweyî kom bibin.

Back to top button