HEYVA SOR A KURD LI DÊRAZORÊ DEST BI PÊNGAVA DERMANKIRINA ŞÊNIYAN KIR

Heyva Sor a Kurd îro li seranserî gundewarên rojavayê Dêrazorê pêngava dermankirinê ji bo şêniyan dest pê kir.

Di çarçoveya pêngavê de 2 navendên tenduristiyê yên gerok ji bo dermankirina nexweşan hatin amadekirin.

Yek bi taybet ji bo jinan e û ya din jî ji bo giştî nexweşxan re ye.

Endamê ku di navendên tenduristiyê yên gerok de dixebite Fîras Elî der barê mijarê de axivî û got:

“Em bi awayekî giştî dermanên zarokan, dermanên dil û dermanên sermagirtinê pêkêşî gel dikin.”

Pêngava Heyva Sor a Kurd ê li tevahiya gundên rojavayê Dêrazorê dom bike.

Leave a Reply

Back to top button