Li Tirkiyeyê 109 kesên din ji ber vîrûsa Coronayê mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 109 kesên din jî ji ber nexweşiya vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dane. Hejmara kesên heta niha ji ber Koronayê mirine bû 2 hezar û 600.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca, daneyên dawî yên têkildarî cîrûsa Coronayê parve kir.

Fahrettîn Koca diyar kir ku di 24 saetên dawî de 109 kesên din jiyana xwe ji dest dane, 3 hezar û 122 kesên din jî bi vîrusê ketine .

Tevî van jimarên dawî, li Tiirkiyê 104 hezar û 912 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 2 hezar û 600 kes jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button