Di 3 mehan de dewleta Tirk zêdeyî 6 hezar wesayîtên leşkerî şandine Idlibê

Tevî agirbesta Putin-Erdogan, tenê di 3 mehan de bêhtirî 6 hezar wesayîtên artêşa Tirk derbasî Idlibê bûne.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov diyar kir ku hejmareke wesayîtên dewleta Tirk bi rêya dergeha Kefer Losîn a sînorî ve derbasî xaka Sûriyê bû û ber bi nuqteyên artêşa Tirk ên li herêmê ve çû.

Ji meha Sibatê heta niha zêdetirî 10 hezar û 300 wesayîtên artêşa Tirk a dagirker derbasî xaka Idlibê bûne ku tank, loderên zirxî û gelek alavên leşkerî bûn.

Beriya çend rojan jî serokkomarê Tirkiyê Erdogan dîsan gefa êrîşeke li dijî hêzên hikumeta Şamê xwaribû.

Back to top button