Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 109 kes mirin

Li Tirkiyê her diçe hejmara qurbaniyên vîrûsa Coronayê zêdetir dibe û di 24 dawî de 109 kesên din bi vîrûsê mirin.
Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr diyarkir ku daneyên ku tên parvekirin dêrvê rastiyê ye û AKP mirovan terkî mirinê dike.

Wezareta Tenduristiyê ya dewleta Tirk diyarkir ku 3 hezar û 122 kesên din bi vîrûsê ketin.

Bi vê yekê hejmara giştî ya kesên bi vîrûsê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ketine, bû 104 hezar û 912 kes.

Heman wezaretê destnîşan kir ku tenê di 24 satên dawî de 109 kes bi vîrûsê mirin e.

Bi van daneyên nû ve bi giştî Tirkiyê hejmara qurbaniyan gihaşt 2 hezar û 600 kesî.

Parlementera HDP’ê Nûran Îmîr: AKP mirovan Terkî mirinê dike

Parlemetera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr ji ajansa Firatê re axivî û diyarkir ku daneyên ku têne parvekirin dûrê rastiyê ye, hejmara qurbaniyên coronayê zêdeye.

Herwiha Nûran Îmîr destnîşankir ku AKP vîrûsa coronayê ji bo hesabên xwe yê siyasî bikartîne û partiyên muxalîf yên ku dixwazin ji gel re alîkar bin wan asteng dike:

Îmîr got: “AKP mirovan terkê mirinê kiriye taybet jî gelê meyê bakûrê kurdsitan ji wan re alîkar nabe ê testan pêk naynin.”

Odeya Bijîşkan a Amedê: Divê desthilat AKP’ê Bijîşkan li hember vîrûsê
naparêze

Her wiha Lijneya Rêveberiya Odeya Bijîşkan a Amedê têkildarê polîtîkayên AKP’ê yên derbarê pişîşkên ku nexweşên coronayê tedawî dikin daxuyaniyek da û got:

“Xebatkarên tenduristiyê di koma rîsk a vîrûsê de cih digirin. Pêwîste hikûmeta AKP’ê şert û mercên xebatkaran sererast bikin û ekîpmanên parastinê ji bi wan bê dayîn. Divê xebatkarên tenduristiyê neçarî tercîhkirina di nava xwe û nexweşan de neyin kirin.

Back to top button