Wê Mistefa Kazimî sibê lîsteyek nû ya wezîran ragihîne

Piştî îstifakirina serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehî, hîn jî Iraqê nekariye serokwezîrek nû hilbijêre. Herî dawî Mistefa Kazimî ji bo avakirina hikumeta Iraqê hatiye erkdarkirin.

Li gorî ragihandina Iraqê, sibe Mistefa Kazimî, ji ber zextên aliyên Şîe, wê navê lîsteyek nû a wezîran ragihîne.

Lê hîn jî nekokî li ser 5 wezîran heye û lihevkirinek li ser wan wezaretan çênebûye.

Gorî agahiyên di ragihandina Iraqê de belav bûne Kazmî nekariye ji bo kabîneya nû kesên serbixwe diyar bike.

Bi taybet jî tê gotin ku Kazimî nekariye wezîrê Wezareta Ewlekariyê diyar bike. Li hemberî vê jî Kazimî jî gelek caran namzetên ji bo Wezareta Neft, Pîşesazî, Ceryan, Aborî û Navxweyî red kiriye.

Aliyên siyasî ji bo Kazmî dibêjin, ger lîsteya navê wezîren neguhere, ewê baweriyê nedinê û ji bo vê tê payîn sibe Kazmî navê lîsteya nû a wezîran ragihîne.

Back to top button