Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bang li gelê Êzîdî kir ku li dijî êrîşan rêxistina xwe xurtir bikin.
Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê-MXDŞ derbarê salvegera 3. a êrîşên dewleta Tirk li ser Şegalê de daxuyaniyek da.
MXDŞ diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze îradeya gelê Şengalê tine bike û dîsa şengaliyan ji ser axa wan bide koçber kirin.
MXDŞ destnîşan kir ku tevî hemû êrîş û gefan, lê wê nikaribin îradeya gelê Êzîdî tine bikin û got:
“Em bang li gelê xwe yê Êzidî dikin li dijî êrîşên pêwîst e, em rêxistinbûyîna xwe xurtir bikin.”