Li Yemenê agirbesta 2 hefteyan, heta mehekê din jî hat dirêjkirin.
Berdevkê fermî yê hêzên piştgiriya rawebûnê ya Yemenê serheng Tirkî El-Malikî diyar kir ku fermandariya hêzên hevbeş ên koalîsyonê agirbest dirêj kiriye.
El-Malikî wiha got:
“Em û NY, dê piştgiriya van gavên sereke bikin da ku bigihînin çareseriyeke siyasî ya giştî û adil ku gelê Yemenê jê razî be”.
Koalîsyona Yemenê hefteya borî raghandibû ku milîsên Hûsî hezar û 96 caran agirbesta li welêt binpê kiribûn.