Leşkerên rejîmê derdora Idlib û Hemayê topbaran kirin

Agirbesta di navbera Putin û Erdogan li Sûrî di roja 51’ê de dewam dike. Tevî vê jî, leşkerên rejîma Sûrî derdora parêzgeha Idlib û Hemayê topbaran kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku duh piştî nîvê şevê, leşkerên rejîma Sûrî Kin-sifrê, El-Bara, Bînîn û  Kefer Uwûd yê Idlibê top baran kir.

Her wiha leşkeran herêma Unkewî ya Hemayê bi çekên giran topbaran kir.

Li aliyê din, leşkerên rejîma Sûrî derdora parêzgeha Lazqiyê jî topbaran kirin.

Serleşkerekî rejîmê li Idlibê hat kuştin

Malpera Ogerêt Post jî ragihand ku Serleşkerekî rejîmê bi mayînekê li gundê Cobas ê Idlibê hat kuştin.

Back to top button