LI KOBANÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ DEST PÊ KIR

Li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê berdewamin.

Piştî bajarên Qamişlo û Girkê Legê û navçeya Çilaxa, îro li Kobanê jî çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir.

Çalakia greva birçîbûnê bi beşarbûna 70 kes ji bajarê Girê Spî û Kobanê pêk tê.

Çalakî li Navenda Çand û Hunerê bi daxuyaniyekê dest pê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelê kurd tu carî tecrîda li rêber Ocalan qebûl nakê û wê heta şikandina tecrîdê di nava çalakiyan de bin.

Çalakî wê 4 rojan dewam bike.

Leave a Reply

Back to top button