Girê di navbera gundên Abra û Alaqos ên navçeya Çilaxa de, bi kedeke hevbeş a şêniyan û Şaredariya Gel a gundê Abra, veguherî daristaneke berhemdar.
Rûbera gir 30 donim e, bilindahiya hinek zinarên wê jî 2 metre ye.
Gir di navbera gundên Abra û Alaqos de li bakurê navçeya Çilaxa ya herêma Dêrikê ye.
Bi hevkariya Desteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo û Şaredariya Gel a Abrayê, Şêniyên gund bêhtirî hezar û 400 dar, di parêzgehê de çandine.
Di parêzgehê de darên sewlî, merx, hejîr, hinar û tû hene.
Bi armanca parastina daran, şaredariyê 4 kes erkdar kirin.
Şaredariya Gel a Abrayê biryar da ku bîrekê di parêzgehê de bikole û bi rêya toreya dilop bi dilop daran av bide.