Şêniyên Reqayê cenazeyê şervanê QSD`ê Eymen Elî Şêx li Goristana Şehîdan a bajêr oxir kirin.
Şervanê QSD’ê Eymen Elî Şêx li Eyn Îsa di Berxwedana Rûmetê de şehîd bû.
Ji ber tedbîrên li dijî vîrûsa Corona û biryara nederketina derve, tenê malbat û xizmên şehîd Eymen beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.
Li goristanê merasîma leşkerî hat lidarxistin û piştre şehîd Eymen di nava sloganan de hat oxirkirin.