Meclisa Şehba: Hikumeta Şamê hîn dûrî çareseriyê ye

Meclisa Kantona Şehbayê kiryarên hikumeta Şamê ya guhartina demografiya Til Hasil û Til Eran ku piraniya şêniyên wê Kurd in şermezar kir.

Meclisa Kantona Şehbayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hîna hikumeta Şamê ji çareseriya siyasî dûr e û di zihniyeta xwe ya hişk de israr dike.

Meclisê îşaret bi guhertina demografiya bajarokê Til Hasil û Til Eran kir û weke destpêka pêkanîna guhertinê bi nav kir. Her wiha dest nîşan kir ku hikumeta Şamê bi vê yekê piştgiriya belavbûna vîrûsa Corona dike.

Meclisa Kantona Şehba ev siyaset bi tundî şermezar kir û bang li NY’yê kir ku zextê li hikumeta Şamê bike da ku ji kiryarên guhertina demografiyê veger e.

TEV-DEM’ê jî doh bi daxuyaniyekê ev kiryar şermezar kir û dest nîşan kir ku hikumeta Şamê heman rêbazê dewleta Tirkiyê dimeşîne.

Back to top button