Mezlûm Ebdî: Wê gelê me agahiyên xweş ji bo yekîtiyê bibhîze

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi hevpeyvîneke taybet li gel Ronahî TV diyar kir ku, di mijara yekrêziya Kurdî de, wê gelê Kurd di demeke nêz de mizgîniyekê bibihîzin..

Fermdanrê Giştî yê QSD’ê ji Ronahî TV re diyar kir ku îro şandeyek ji saziyên civaka sivîl ên herêma Firatê serdana wan kir da piştgiriya nisiyatîfa QSD’ê ya ji bo Yekîtiya hêzên Kurdî bikin..

Ebdî da zanîn ku ew li gel wê şandeyê civiyane û têkildarî yekîtiyê axivîne û piştgiriya QSD’ê hatiye kirin..

Fermandarê QSD’ê her wiha got jî “Em spasiya wê şandeyê dikin û di şexsê wê de, spasiya hemû saziyên civaka sivîl ji bo hewldanên wan dikin. Em ji wan dixwazin xebatên xwe hîna bêhtir ji bo yekrêziyê xurt bikin.”

Mezlûm Ebdî bal kişand ser insiyatîfa QSD’ê jî û wiha dewam kir “Aliyên Kurdî, Kurdistanî û gelê Kurd piştgiriyeke mezin didin insiyatîfa QSD’ê, ev yek jî ji bo me cihê kêfxweşiyê ye.”

Têkildarî rêveçûna xebatan jî Fermandarê Giştî yê QSD’ê ev aghahî dan ” Xebata me baş bi rê ve diçe û hemû alî bi awayekî erênî nêzî mijarê dibin”

Di hevpeyîna xwe ya li gel Ronahî TV Mezlûm Ebdî mizgînî da gelê Kurd û got ku “pêşketinek heye. Em hêvî dikin, di rojên pêşiya me de gelê me encamên erênî bibihêzin”

Back to top button