Li Îranê jî dîsa bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Îran a cîrana Iraqê jî bandora vîrûsê xwe dide der.
Li gorî daneyên fermî yên desthilata Îranê di nava 24 saetên borî de vîrûs derbasî hezar û 134 kesên din bûye û 76 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Bi vî awayî heta niha li Îranê 89 hezar û 329 kes bi vîrûsê ketin û 5 hezar û 650 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.