Wezareta Tenduristiyê ya Şamê: 5 kesên din ji Corona rehet bûn

Hikumeta Şamê rehetbûna 5 kesên ku li herêmên wê bi vîrûsa Coronayê ketibûn, ragihand.

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê duh diyar kir ku 5 rewşên din baş bûne.

Bi vê yekê hejmara kesên ku heta niha ji vîrûsê rehet bûne, bû 11 kes.

Li herêmên li jêr destê hikumeta Şamê, heta niha hejmara kesên nexweş 42 kes in. Ji wan, 11 kes rehet bûne û 3’an jiyana xwe ji dest daye.

Li aliyekî din jî, hikumetê çavdêriya tenduristî ji ser bajarokê Eyn Menîn yê Şamê rakir, ku piştî kesek bi vîrûsê miribû, dorpêç hatibû sepandin.

Back to top button