Corona..Li tevahiya cîhanê jimara miriyan 200 hezar derbas kir

Li tevahiya cîhanê hejmara kesên ku bi vîrûsa Coronayê mirine 200 hezar kes derbas kir.

Li gorî daneyên dawî heya niha li cîhanê nêzî 3 milyon kes bi vîrûsê ketine û zêdeyî 200 hezar kes jî mirine.

Li Amerîkayê ku di asta belavbûna vîrûsê di rêza yekemîn de ye, derdora 930 hezar kes bi vîrûsê ketine û zêdeyî 52 hezar kes jî mirine.

Her wiha li Îtalya, Spanaya û Fransayê jî li her yek ji wan di navbera 22 hezar û 26 hezar kes bi vîrûsê mirine.

Li seranserî cîhanê, nîvê hejmara kesên ji ber vîrûsê mirine li Amerîka, Spanya û Îtalyayê ne.

Back to top button