Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku wan balafireke dewleta Tirk li welêt xist xwarê.
Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, ragihand ku wan li Newala Dînar ku 180 km dûrî Terablusa paytext e balafireke bêmirov a dewleta Tirk xist xwarê.
Her wiha Artêşa Niştimanî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk malên sivîlan li bajarê Terhonayê ku nêzî Terablusa paytext e topbaran kirin.
Berdevkê Artêşa Niştimanî yê Lîbyayê Ehmed El-Mismarî ji şandeya NY ya li Lîbyayê xwest ku li dijî êrîşan bi erkên xwe rabin.