Li Spanyayê çeteyên DAIŞ’ê tên darizandin. Ev çete bi gelek sûcên dij-mirovî, şer û qaçaxiya mirovan li pêşiya dadgehan radiwestin, çeteyekî dewleta Tirk ku li Sûriyê şer dikir, hat girtin.
Çeteyê DAIŞ’ê yê ku serê mirovên bê guneh jê dikir û gef li Ewropa û Rojhilata Navîn dixwar, niha li Spanyayê, girtiye.
Navê wî jî Ebdulmecîd Ebid El-Barî ye..
Ev çete bi eslê xwe Misirî û li Brîtanyayê dima.
Dadgeha Navendî ya Spanyayê, cezaya girtina bê-şert li çete Ebid El-Barî birî.
Ev çete tiliya wî di êrîşa 1998’an a li ser herdu balyozxaneyên Amerîkayê li Kenya û Tanzania de jî hebû.
Ji lewma, sala 2015’an li New Yorkê, 25 sal cezayê girtinê lê hatibû birîn.
Ne tenê li wir, belê li Sûriyê jî tawan kirine û herî dawî ji aliyê Spanyayê ve hat girtin.
Niha çete Ebdulmecîd Ebid El-Barî, li benda darazê ye.