Li Idlibê xwepêşandanek li dar ket, di encamê de 2 kes hatin kuştin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku “xwepêşandan li ser rêya M4 li dijî dewriyên Rûsî-Tirkî hat lidarxistin”.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, vê sibehê xwepêşandanek li ser rêya M4 li rojhilatê gundewarê Idlibê li dijî dewriyê Tirkî-Rûsî çêbû.

Dewleta Tirk, êrîşî xwepêşanderan kir û di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Hêzên hikumeta Şamê, gundewarên Idlibê bi mûşekan kir armanc

Duh jî Çavdêriyê diyar kir ku, “ji şeva Înê û heya sibeha Şemiyê, hêzên rejîmê bi mûşekan 3 dever li başûrê gundewarê Idlibê kirin armanc.

Lê heya niha der barê encaman de tiştek nehatiye bidestxistin.

Dewleta Tirk, 20 maşîneyên leşkerî şandin Idlibê

Li aliyekî din jî, dewleta Tirk 20 maşîneyên leşkerî di karîdora Kefer Losîn re, derbasî Idlibê kir.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, ji destpêka agirbestê, 6 hezar û 235 maşîne û 10 hezar û 300 leşker derbasî herêmê bûne.

Back to top button