Asayîşa Minbicê: Kesekî gumanbar ku şêniyekî Minbcê kuştibû, hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Minbicê, kesekî gumanbar ku şêniyek ji Minbicê revandibû û kuştibû, girt.

Hêzên Ewlekariyê di daxuyaniya xwe ya duh de, diyar kir ku “19ê Nîsanê, cenazeya şêniyê bi navê Mihemed Husên Misto di bîrekê de li gundê Xetaf ê başûrê rojhilatê Minbicê, hate dîtin.

Ev yek, piştî malbata Mihemed Misto der barê wî de lêpirsîn kir, pêk hat.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Minbicê destnîşan kir ku “hîna lêpirsîn der barê bûyerê de berdewam e”.

Back to top button