Fermandara leheng a berxwedana Mêrdînê, Zinarîn Botan

Fermandar Zinarîn 25 salan têkoşiya, Bi hesrete ku derbasî Botanê bibe. herî dawî digihîje armanca xwe. Rawestgeha wê ya dawî dibe Mêrdîn. bi gotinekê dibêje: Armanca min ew e ku bibim layiqî gel û gerîla.

Mêrdîn, bajarê serhildêr yê zarokên hêviyê ye.

Tîrejên rojê bêyî ku dilsozên vî bajarî qedîm pîroz bike, ti carê naçe ava.

Dilsozên rojê, xwe li ber dikin mertal.

Mêrdîn jî di dilê Bagokê de wan dihewîne.

Ew jî ji kolanên vî bajarê pîroz heya Bagokê, dest bi nivisandina serpêhatiya xwe ya pakrewaniyê dikin.

Di sala 1982’an de yek ji kesên ku dest bi nivisandina xwe ya berxwedêriyê dike, li gundê Omerya gavên xwe yên destpêkê diavêje.

Gerîla, hîna di derguşa zarokan de dibe xeyalên wan.

Gundê Omerya ku bi welatparêziya xwe her tim serbilind e, oxira keçeke xwe ber bi çiyayan ve hiland.

Jineke ku her tim di zinaran de rûmeta xwe parastiye û bûye xwebûn.

Em behsa Gerîla Zinarîn Botan dikin.

Serpêhatiya Zinarîn ji bo zarokên Mêrdîn û hemû Kurdistanê bûya çîroka jina ku heta şehadetê li hember dijmin serî netewandiye.

Zinarîn Botan sala 1999’an de tevlî tekoşîna azadiya Kurdistanê dibe û di destpêka gerîlatiya xwe de li Botan, Haftanîn, Qendîlê dimîne.

Piştî salên dûr û dirêj yên têkoşînê, bi fermandarî li Qadên Parastinê Yên Medyayê û li Eyaleta Mêrdînê xebatan dike.

Zinarîn Botan armanca tevlîbûna xwe û wateya çiya û gerîla wiha pênase dike:

Di 1999’an de tevlî partiyê bûm, piştî girtina Serokatî hatim çiyan.

Li hemberî komployê gel rabû serhildanên mezin, min jî xwest li hember vê bersivekê bidim.

Çiyayên Kurdistanê ji bo gerîla cihên pîroz in. Nexasim ji bo jinan girîngiya çiya pir cuda ye. Armanca min ew e ku bibim layiqî gel û gerîla.

Zinarîn Botan hesreta çûyina Botanê her tim di dilê xwe de mezin dike û herî dawî digihîje armanca xwe.

Rawestgeha wê ya dawî dibe Mêrdîn.

Fermandar Zinarîn ya ku bi çalakvaniya xwe ve tê naskirin, di şahadeta xwe de jî, ji vê sekna xwe tawîz nade.

Li Mêrdînê di operasyoneke dewleta Tirk tirk de, heta dawî li ber xwe dide.

Nahele ku dijmin jî wê şehîd bixîne û fîşeka xwe ya dawî li xwe dixe û ji bo tevahî Kurdistanê dibe sembol.

Back to top button