MECLISA SIVÎL A REQAYÊ: EM BANG LI CÎHANÊ DIKIN KU DESTHILATDARIYA TIRKIYÊ LI EFRÎNÊ BI DAWÎ BIKIN

Meclisa Sivîl a Reqayê û Meclisa Sivîl a Dêrazorê jî têkildarî roja Cîhanê ya Mafê Mirovan daxuyaniyên cuda dan.

Meclisa Sivîl a Reqayê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku xaka sûrî hatiye dagirkirin û got;

“Em bang li tevahî cîhanê, gelên xêrxwaz û aştîxwaz dikin ku bila polîtîkeyên qirkirin û guhertina demografîk ku desthilatdariya Tirkiyê li Efrîn û derdora wê pêk tîne bi dawî bikin.”

DIVÊ CIVAKA NAVDEWLETÎ SÎNOREK JI BINPÊKIRINÊN MAFÊ MIROVAN DEYNIN

Meclisa Sivîl a Dêrazorê jî bi amadebûna endamên komîteyên meclisê û rûspiyên herêmê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de şerê Sûrî ku ev 8 salin lidare hat bibîrxistin û û wiha hat goti;

Ev 8 sal in gelê Sûriyê azarên şer dijîn.

Destwerdana hêzên herêmî û navdewletî di Sûriyê de hemû pêkhate û bawerî tehdîd dike.

Meclisê guhertina demografîk li Efrînê jî şermezark.

Meclisa Sivîl a Dêra Zorê dawiyê bang li civaka navdewletî kir ku sînorekî ji binpêkirinên li dijî mafê mirovan li Sûriyê pêk tên re dênin û beşdarbûna jin bi pêvajoya aştiyê de aktîv bikin.

Leave a Reply

Back to top button