Çeteyan li Efrînê û navçeyên wê 5 sivîl revandin

Dewleta Trik û çeteyên wê li Efrînê siyaseta qirkirin û guhartina demografiyê li dijî herêma Efrînê didomînin. Çeteyan li Efrînê û navçeyên wê 5 sivîl revandin. û piştî standina 3 milyon L.S fidiya keçeke 16 salî berda.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirovan ragihend ku di çarçoviyê siyaseta qirkirinê ya ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlên Efrînê dimeşînin.

Çeteyan li navçeyên Mabata, Şiyê û li naveda bajara Efrînê bi ser malan girtin û gelek sivîl revandin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê jî diyar kir ku di roja yekemîn a Remezanê, çeteyên dewleta Tirk li Efrînê êrîşî mala Rifet Xaziyana kir û talan kir.

Çete Rifet û 3 zarokên wî revandin û ji malê 3 hezar dolar, 2 milyon L.S û zêr dizîne.

Li navçeya Şiyê ya Efrînê jî çeteyan bi bihaneya ku bi zarokên xwe yên li derveyî Efrînê re diaxive, şêniyê bi navê Ehmed Kolîn Derdîk (55) revand.

Çeteyan malên Efrîniyan desteser dikin û çeteyan lê bi cih dikin

Rêxistinê da zanîn jî, li gundê Şadêrê yê navçeya Şêrewa jî çeteyan êrîşî mala Şewket Sîdo kir, ew û hevjîna wî ji mal derxistin û malbateke çeteyekî lê bi cih kirin.

Her wiha li gundê Çeqelê Ortê yê Şiyê jî çeteya şêniyê bi navê Henan Betal Elî ji mal derxist û kir navndek çeteyan.

Çete ji bo berda keça 16 salî 3 milyon fidiye standin

Navnda belgekirina binpêkirinan li bakur Sûrî ragihand ku çeteyan keça bi navê Sare Miheme Elî ya (16) ya ji gundê Me’ireskê yê Şera piştî standina 3 milyon L.S fidiye ji malbata wê, berdan.

Navendê da zanîn, Çete ji 26 Rezbera 2019’an ve Sara revandibû.

Back to top button