”Wê ji saet 10’ê êvarî heta 12 wane bên dubarekirin”

Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê saetên dubarekirina dayîna perwerdeyê li ser televizyonê diyar kir. Li gorî vê wê wane ji saet 10’ê êvarî heta 12’ê êvarî bên weşandin.

Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê ji bo ku xwendekar ji xwendinê bê par nemînin dest bi dayîna perwerdeyê bi rêya weşandina waneyan li ser televîzyonê kir.

Desteyê 16’ê Nîsanê dest bi weşandina fermî ya perwerdeyê bi kurdî û erebî li ser televizyona Rojava kir.

Lê di demên diyarkirî yên weşandina waneyan de pirsgirêka qutbûna kehrebê derket.

Ji lew re Desteya Fêrikirin û Perwerdê bi hevakariya bi rêveberên televizyonê re hin tedbîrên nû girtin.

Hevseroka Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê Rohat Xelîl diyar kir ku wê ji niha û şûn ve wane ji saet 10’ê êvarî heta 12’ê êvarî li ser kanala Rojava TV bên dubarekirin.

Back to top button