Keça bi navê Roniya Fêsel ji kampa Holê hat derxistin

Keçek Êzîdî ku ji sala 2014’an de DAIŞ’ê ew revandibû ji kampa Holê hat derxistin.

Roniya Fêsel yek ji wan keçan bû ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve di sala 2014’an de hat revandin.

Roniya ku wê demê 11 salî bû li ser wan rojan wiha dibêje:

Ez bi dayika xwe rebûm.

Çeteyan em birin Mûsil û piştre anîn Sûriyê.

Ranya diyar kir ku dema ew gihane sûrî ji wan re dihatin gotin wê werin firotin.

Piştî ez hatin Sûriyê ez ji dayîka min qut kirim.

Ez li gelek deveran gerandim û herî dawî ez li kampa Holê bi cih bûm.

Keça Êzîdî dazanîn ku di kampê de ji wan re di gotin ger hun bêjin em Êzîdî ne hunê rastî îşkenceyan bên.

Ji ber wê ez di tirisiyam lê dema min malbata xwe ser riya enternêtê dît, rewş hat guhertin.

Asayîşê kampê bi min re pir alîkar bûn.

Back to top button