Balafira 7’an ji Şamê gihaşt balafirxaneya Qamişlo

Tevî girtina sînoran a ji ber vîrûsa coronayê û tedbîrên ewlekariyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hikumeta Şamê bi xemsarî tev digere û rêwiyên li Şamê bi riya balafirê dighîne Qamişlo.

Îro balafira 7’an a rêwiyan ji Şamê gihaşt balafirgeha Qamişlo.

Di balafirê de cenazeyek jî hebû.

Tîmên tendirustiyê hewl dan derbasî balafirgehê bibin û rewşa rêwiyan kontrol bikin, lê berpirsên balafirgerhê destûr nedan.

Tevî vê yekî jî dîsa tîmên tendirustiyê li nêzî balfirgerhê li benda rêwiyan ma û rewşa wan qontrol kir.

Kesên ku gihaştin nuqteya tendirustiyê test ji wan re hat çêkirin û li gorî rewşa wan destûra çûna malê hat dayîn.

Kesên bi nexweşiyên mîna şekir, Penceşêr û gelek nexweşiyên din li mala xwe dikevin karantînayê û ew jî heta 14 rojan di bin çavdêriyê de dimînin.

Beriya niha jî Şaneya Aloziyê ragihandibû ku wan ji 90 kesên di bin çavdêriyê de, 86 kes şandine malên wan.

Back to top button