Artêşa Niştimanî ya Lîbî: 5 balafirên bê mirov ên Tirkî hatin xistin

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihnd ku wan 5 balafirên bê mirov ên dewleta Tirk xistine xwarê.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê teqez kir ku di şerê duh de li gelek eniyan wan 5 balafirên bê mirov ên dewleta Tirk xistine xwarê.

Her wiha ragihand ku hêzên wan baregehên li herêmên Miêtîqiya û Eyn Zarayê kirin hedefa xwe ku ji wir sivîl bi mûşekan dihatin topbarankirin.

Duh jî Wezîrên Derve yên Almanya, Fransa û Îtalya û dîplomatên Yekîtiya Ewropayê bi daxuyaniyekê hevpar banga agirbestekê li Lîbyayê kiribûn.

Back to top button