Hikumeta Şamê ragihand ku kesekî din li welêt bi vîrûsa Coronayê ketiye û 3 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê têkildarî nexweşiya vîrûsa Coronayê daxuyaniyek da.
Wezaretê di daxuyaniya xwe diyar kir ku kesekî din li welêt bi vîrûsa Coronayê ketiye û 3 kes jî baş bûne.
Li herêmên hikumeta Şamê heta niha hejmara kesên nexweş 43 ne, ji wan 14 kes rehet bûne û 3’yan jî jiyana xwe ji dest daye.