Parastina asmanî ya Şamê, mûşekine Îsraîlî anîn xwarê

Ajansa SANA ya hikumeta Şamê, ragihand ku “îro vê sibê, hêzên parastina asmanî yên artêşa hikumetê, êrîşine Îsraîlê yên bi mûşek têk birin”.

Li gorî çavkaniyeke leşkerî, derdora saet 4 û 55 berbangê, artêşa Îsraîlî ji başûrê Libnanê jimarek mûşek ber bi Sûriyê ve avêtin û parastina wan a asmanî yekser bersiv da û piraniya wan anîn xwarê.

Heman çavkaniyê diyar kir ku “ti qurban çênebûn û tenê ziyanên madî hene”.

31ê meha Adarê jî, parastina asmanî ya hikumeta Şamê êrîşine Îsraîlî li ser Homsê têk birin.

Back to top button