Jimara qurbanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bû 2805

Neyê eşkerekirin jî, Tirkiyê di rewşeke xerab de derbas dibe. Ev yek ji jimara zêde a qurban û pêketiyên vîrûsê teqez dibe, ku herî dawî 99 kesên din jiyana xwe ji dest da.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, ragihand ku “di 24 saetên dawî de, 99 kes mirine û 2 hezar û 357 kes jî bi vîrûsê ketine.

Bi vê yekê li giştî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jimara qurbanên vîrûsê derket 2 hezar û 805 kesan û hejmara pêketiyan jî bû110 hezar û 130 kesî.

Nederketina derve ya li 31 bajarî, bi dawî bû

Biryara nederketina derve ku Wezareta Hundir a Tirkiyê li 31 bajarî ji bo 4 rojan ragihandibû, bi dawî bû.

Wezaretê di nava 4 rojên qedexeyê de, bi bihaneya ku “li gorî qedexeyê tevnegeriya ne” ji 35 hezar û 422 kesî pere standin û ceza kirin.

Back to top button