Bi hatina Coronayê re, aboriya Tirkiyê hildiweşe!

Her çi qas bide xuyakirin ku bi Corona bandor nebûye jî, di rastiyê de ev yek nayê dîtin. Tirkiye, berê aboriya wê têkçûyî bû, lê niha rewş hîn xerabtir e. Ev yek jî ji aliyê pisporên mijarê bixwe ve, tê eşkerekirin.

Aborînas Hayrî Kozanoglû, diyar kir ku “ji ber vîrûsa Coronayê, rewşeke pir tirsnak a aborî û xizanî li pêşiya Tirkiyê ye û ji bo welatî bi xesara herî biçûk ji pêvajoyê derkevin, divê bergirî werin girtin.”

Aborînas Kozanoglû, got:

“Lê mirov dikare bibêjê, pêşeroj ne pir ronî ye, ji ber kesên aboriya welat bi rê ve dibin, meseleyê cidî negirin”.

Li gorî rapora Fona Darayî ya Navneteweyî (IMF) ya ji bo YE, aboriya Tirkiyê wê ji sedî 5 kêm bibe û rêjiya bêkariyê wê derkeve 17,4’an ji sedî.

Back to top button