Hevpeymaniya Saîrûn: Hefteyek li pêşiya El-Kazimî maye, yan wê hikûmetê ragihîne yan jî wê vekişe

Hevpeymaniya Saîrûn diyar kir ku ji bo ragihandina hikûmeta nû ya Iraqê, tenê hefteyek li pêşiya El-Kazimî maye. Ji ber nexwecihiya Iraq û neavakirina hikûmetê, xwspêşandan ji nû ve tên destpêkirin. Vê rewşê hiştiye liv û tevgera DAIŞ’ê jî li welêt zêde bibe.

Piştî Mihemed Ellawî û Ednan El-Zirfî bi bin ketin, serokê Iraqê Berhem Salih, 9ê Nîsanê Mistefa el-Kazimî bi serokwezîrtiya welêt û avakirina hikumeteke nû erkdar kir.

Der barê vê de, Rêveberekî Hevpeymaniya Saîrûn Hakim El-Zamilî da xuyakirin ku “hefteyek li pêşiya Kazimî maye. Yan ew ê avakirina hikûmeta nû ragihîne, yan jî wê weke kesên berî xwe, vekişe”.

Bêtirî 7 kes li parêzgeha Zî Qar birîndar bûn

Di heman çarçoveyê de, xwepêşandan ji nû ve li dijî rewşa Iraqê ya heyî dest pê dikin.

Li gorî agahiyan, li parêzgeha Zî Qar xwepêşanderan hewl da ku derbasî avahiya parêzgehê bibin, lê belê polîsa Iraqî ew ji hev belav kirin.

Di encamê de, bêtirî 7 kesan birîndar bû.

Çeteyan êrîşî gundekî Enbarê kir, kesekî jiyana xwe ji dest da, 2 jî birîndar bû

Li aliyekî din û ji ber nearamiya Iraqê, çeteyên DAIŞ’ê duh li parêzgeha Enbarê êrîşî gundekî navçeya El-Welîd kiribû.

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ragihand ku di encama êrîşê de, Şêxê êla Emûs Telal Meter El-Emsî jiyana xwe ji dest da, hevjîn û birayê wî birîndar bûn û kurê wî jî, hat revandin.

Back to top button