Malbtên çeteyên DAIŞ’ê li kampa Holê careke din hewl dan penaberekî ji Iraqê û hevsera wî bikujin.
Îro malbtên DAIŞ’î yên li Kampa Holê hewl dan bi alavekî tûj penaberê ji Iraqê yê bi navê Yasir Ebdulrezaq yê 30 û hevserê wî bikujin.
Yasir ji destê xwe yê rastê birîndar bû û hevsera wî jî ji zenda xwe derbe xwar.
Hêzên ewlekariya çakûçek li nêzî kampê dît.
Hêzên Ewlekariyê yên Kampê çend kesên bi guman girtin û dest bi lêpirsînê kirin.
Kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku weke bombe li ber teqînê tê bi nav kirin yek ji kampên herî xeter di cîhanê de ye.
Li kampê zêdetirî, 70 hezar koçber, penaber û malbatên DAIŞ’ê lê dimînin.
Bi êrîşên dagirkeirya dewleta tirk ya 9’ê Cotmehê li ser Kampê re, bûyerên êşkencekirin û kuştinê li Kampê qat bi qat zêdetir bûn.