QSD: Hemû nûçe û daxuyaniyên Tirkiyê ne rast in

QSD’ê nûçeyên çapemeniya dewleta Tirk ên derbarê pêşdeçûnên li Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî derewandin û piştrast kir ku wê erkên xwe li hember gel û hevkarên xwe pêk bînin.

Di van demên dawî de li herêmên ku Tirkiyê û çeteyên xwe dagirkirine tevlîhevî zêde bûye û rojane şer di navbera wan de derdikeve.

Dewleta Tirk a dagirker jî dixwaze vê rastiyê berovajî bike, bi nûçe û daxuyaniyan dibêje QSD’ê li Serê Kaniyê, Girê Spî û Til Rifetê pêşdeçûnên leşkerê dike.

Derbarê van êrîşan de Berdevkê QSD’ê Kîno Gabriyêl daxuyaniyek nivîskî weşand.

Kîno Gabriyêl ev nûçe û daxuyaniyên dewleta Tirkiyê derewandin û wiha got:

Ev hewldaneke têkçûyî ya guhertina rastiya li ser rûyê erdê ye ku hêzên me hemû xalên peymanên derbarê herêmê de pêk tînin.

Em teqez dikin ku ti leşkerên me li herêmên navborî nînin û dewleta Tirk û çeteyên xwe van herêman topbaran dikin.

Gabriyêl kuştin, birîndarkirin û wêrankirina malên sivîlan ji ber topbaranê jî bîr xist.

QSD: Emê erkên xwe li hemberî gel û hevkarên xwe pêk bînin

Berdevkê QSD’ê Kîno Gabriyêl dawiya daxuyaniya xwe careke din teqez kir ku ew ê erkên xwe li hember gel û hevkarên xwe pêk bînin.

Her wiha bang li dewleta Tirkiyê kir ku rêzê ji peymanên derbarê herêmê de bigre.

Back to top button