Gerîlayên HPG û YJA Starê li Heftanîn, Xakurkê û Şirnexê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin û herî kêm 12 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Heftenîn, Xakurkê û Şirnexê li dijî dagirkeriya dewleta tirk çalakiyên bibandor lidar xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê derbarê çalakiyên dawî de daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kir:
Di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de, 25’ê Nîsanê gerîlayan li dijî leşkerên li ser girê Şehîd Şêxmûs çalakiyek lidarxistin û 9 leşkerên dewleta tirk hatin kuştin û jimarek çekên dagirkeran ji ketin destê gerîlayan.
Her wiha 4 kozik hatin ruxandin û 2 çekên giran jî hatin bêkêrkirin.
HPG’ê diyar kir ku di vê çalakiyê de 3 gerîla şehîd bûne û ewê di demên pêş de nasnameya wan eşkere bikin.
Li herêma Xakurkê jî Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya jî dewam dike.
Di vê çarçoveya de 26’ê Nîsanê gerîlayan li ser Girê Lelîkanê çalakiyek kirin û leşkerek hat kuştin.
23’ê Nîsanê jî di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li herêma Besta ya Şirnexê çalakiyek hat lidarxistin.
Li vir jî bi qasî hat zelalkirin 2 leşker hatin kuştin.
HPG’ê dazanîn ku gerîlayên çalakiyên li Xakurkê û Şirnexê pêk anîne bi silametî vegeriyan baregehên xwe.