LI Tirkiyê bîlançoya qurbaniyan nêzî 3 hezarî dibe

Xemsariya dewleta Tirk rê li ber belavbûna vîrûsê Corona vekir.

Li Enqerê piştî ku qedexeya 4 rojanbi dawî bû, ji bo gel pêdiviyên xwe bicih bînin bi baldarî herikînin kolanan û li Nisêbînê jî 3 gundên din ketin bin çavdêriyê.

Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca jî xwest ku daxwaz NY’ê were bicihanîn û girtî werin berdan.

 

Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê ji ber negirtina tedbîran û nixumandina desthilatdariya AKP’ê ya li ser daneyên rast, heta niha bi hezaran kes bi vîrûsê ketine.

Li gorî daneyên fermî yên desthilatariya Tirkiyê jimara kesên bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dane nêzê 3 hezarî dibe.

Lê belê aliyên muxalif û saziyên tenduristiyê dibêjin, jimarên rast ji vê zêdetir in.

Qedexe bi dawî bû xelk herikîn kolanan

Qedexeya derketina derve ku Wezareta Karên Hundir a Tirk ji ber belavbûna vîrûsa coronayê li 31 bajarên mezin ji bo 4 rojan ragihandibû, bi dawî bû.

Li Bajarê Enqere piştî qedexe rabû bi sedan kesan berê xwe da Saziya Berhemên Şîr, Goşt û ketin dorê.

Li qadên Navçeya Çankaya trafîk xetimî.

Li pêş market û firinan bi sedan kes ketin dorê.

Welatiyan bi girtina rûyê xwe û li xwekirina lepikan hewl dan xwe biparêzin.

Li Nisêbînê 3 gund xistin bin çavdêriyê

Li Nisêbînê jî ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa corona, 3 gund ketin bin çavdêriyê.

Bi vê yekê jimara gundên ku li Mêrdînê ji ber vîrûsê ketine bin çavdêriyê, derket 10’an.

Li Îzmîrê 447 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin

Bijîşk û xebatkarên tendurisiyê li her deverê bi rengekê raste rast bi vîrûsê re rû bi rû dimînin.

Odeya Bijîjkan a Îzmîrê, diyar kir ku li bajar jimara xebatkarên tenduristiyê yên ku bi virûsê ketine derket 447’an.

Feleknas ûca daxwaza berdana girtiyan kir

Di pêvajoya belavbûna vîrûsa corona de , metirsiya li ser girtiyan jî her ku diçe zêde dibe.

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca ya ji Têkiliyên Derve Berpirsiyar e, pirsgirêkên li Girtîgeha Tîpa T a Şakrana Îzmîrê xistin rojeva meclisê.

Ûca destnîşan kir ku li qawîşên Girtîgeha Şakranê tevî ku qawîşên vala hene jî lê di qawîşên 16 kesî de 24 girtî tên ragirtin û li gel testa du gardiyanan pozîtîf derketiye jî lê tevdîr nayên girtin û girtî bi xetereyê re rûbirû mane.

Ûca xwest daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya di meha Adarê ji bo rewşa girtîgehan da û xwestibû ku girtî werin berdan li ber çavan were girtin.

Bultena Şopandina Girtîgehan: Bila şandeyek biçe Îmraliyê

Bultena Şopandina Girtîgehan a Covîd-19 jî diyar kir, têkildarî rewşa tenduristiya girtiyên di Girtîgeha Îmrliayê de fikarên wan ên cîdî hene û banga kir ku şandeyek serbixwe biçe Îmraliyê.

Back to top button