Nûnera NY a Iraqê: Metirsiya Corona bi dawî nebûye

Li beşên din ên Kurdistanê û welatên herêmê jî hîna bandora vîrûsa corona bi awayekî bi hêz xwe dide der. Li Başûrê Kurdistanê tevî kontrolkirina rewşê heta asteke baş, hîna metrisî heye.

Li Iraqê jî wê xwendina zanîngehan li ser internetê destpê bike û her wiha li Îranê jî bi dehan kesên din jiyana xwe ji dest dan.

 

Vîrûsa Corona hîna li beşên din ên Kurdistanê û welatên herêmê yên cîran jî belav dibe.

Li Başûrê Kurdistanê ku vîrûs heta astek baş hatiye kontrolkirin, kêm be jî hin rewşên nû derdikevin.

Li ser rewşê Nûnera Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbuyî ya Iraqê Jenin Hennes-Blackshart, bi Wezîrê Tenduristiyê yê Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê re civiya.

Di civînê de behsa rewşa dawî ya vîrûsê û têkoşîna li dijî vîrûsê hate kirin.

Piştî civînê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbuyî a Iraqê axivî û da zanîn ku ew ji nêz ve rewşa li herêmê dişopînin û got

“Hîn jî metirsiya vîrûsa Coronayê bi dawî nebûye, ji bo vê pêwîste welatî girêdayî biryarên ji bo xweparastinê bin.”

Li gorî wezareta Tenduristiyê ya herêma Başûrê Kurdistanê, heta niha 347 kes bi vîrûsê ketine, 4’an jî jiyana xwe ji dest daye û 320 kes rihet bûne.

Kampa Dara Şekranê ya penaberên ji Rojava xistin bin çavdêriyê

Hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê li kampa Dara Şekranê ya penaberên ji Rojava ya li Hewlêrê rewşeke vîrûsa corona tomar kir û ji ber wê jî kamp xist bin çavdêriyê.

Kesê ku bi vîrûsê ketî, 32 salî ye û li kargeheke Hewlêrê dixebitî.

Wê li Iraqê xwendin bilind bi awayê online dest pê bike

Li tevahiya Iraqê jî ji bo pêşîlêgirtina vîrûsê, qedexeya derketina derve didome.

Ji bo wê jî hemû cihên komî hatine girtin.

Wezareta Xwendina Bilind a Iraqê ragihand ku îro dema yekem ya xwendina zanîngehan dawî hatiye û wê dema dûyem ya xwendinê jî di 2’ê Gulanê de, li ser internetê dewam bike.

Li gorî daneyên dawî li Iraqê heta niha zêdetirî hezar û 820 kes bi vîrûsê ketine.

Ji wan 263 kes baş bûne û 87 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Ji ber vîrûsê li Îranê 91 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Îranê ji zêdetirî mehekê ve, cara yekemîn jimara rojane ya pêketiyên vîrûsê, kêmî hezarî ye.

Li gorî daxuyaniyên fermî yên Îranê, di nava 24 saetên borî de 991 kes bi vîrûsê ketin û jimara giştî bû 91 hezar û 427 kes.

Her wiha 96 kesên din jiyana xwe ji dest dan û jimara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 806 kes.

Back to top button