HDP: Ji bo jinan hejarî û tundî zêde bû

Meclîsa Jinan a HDP’ê diyar kir ku AKP-MHP’ê, ev mayîna li malê ji ber vîrûsê ji xwe re kiriye firsend û tundiya li dijî jinê zêde bûye.

Meclîsa Jinan a HDP’ê derbarê mayîna li malê di pêvajoya vîrûsa koronayê de daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Meclisê wiha ye:

Rejîma faşîst a AKP û MHP’ê ji bo jin, kesên hejar, karker û bêkaran tu tedbîr ne girtine.

Di dema mayîna li malê ji ber vîrûsê tundiya li dijî jinê zêde bûye, li dijî van polîtîkayên ku jinan hejar dikin em ê di 1’ê Gulanê de dakevin qadan.

Li hemberî desthilatdariya AKP û MHP’ê ya ku bi qasî vîrûsê bi xetere, em ê hevgirtina xwe geş bikin.

Hewldana me ya, em Meclîsa Jinên Ciwan mezin bikin, têkoşîna xwe xurttir bikin.

Em ê torên xwe yên tevgirtinê zêdetir bikin û li dijî tundiyê û hejariyê têkoşîna li ser mafên jinan geştir bikin.

Back to top button