Çeteyan li navçeya Şiyê ya Efrînê 5 sivîl revandin

Dewleta Trik a dagirker û çeteyên wê li Efrînê sûcên dermirovî li dijî şêniyan didomînin. Ji aliyê xwe ve, Rêxistina mafê mirovan a Efrînê bang li NY kir ku zext li Tirkiyê bikin da ku dadgehkirinên dijmirovî li dijî sivîlên Efrînê li dadgehên Tirkiyê, bên rawestandin.

Rêxistina mafê mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyên dagirkeriya Tirk 3 şênî ji gundê Çeqelê Ortê yê navçeya Şiyê ya Efrînê revandin, navên wan jî wiha ne:

Arif Bekir Hemo(60)
Bêrem Bekir Hemo (70)
Wehîd Bekir Hemo (80)

Li gundê Enqelê yê Şiyê jî çetayan şêniyê bi navê Xelîl Ehemd (27) revand.

Di vê çarçoveyê de Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê li kampa Serdem a Şehbayê ji bo rawestandina dadgehên dermirovî li dijî girtiyên Efrînî, li Efrînê û Tirkiyê, daxuyaniyek da.

Rêxistina Mafên Mirov ya Efrînê: Dewleta Tirk hemû sivîlên Efrînê ji ereb û kurd direvîne

Rêxistinê diyar kir ku ji destpêka dagirkirina Efrînê û heya roja îro, dewleta Tirk ji hemû pêkahtiyên Efrînê ji Ereb û Kurd revandine.

Rêxistinê da zanîn ku dewleta Tirk daxwaza “NY” ya ragihandina agirbestê ji bo pêşîgirtina li vîrûsa Coronayê, li herêmên Şehbayê û Efrînê paşgeh kir.

Rêxistina Mafên Mirov ya Efrînê: Divê dadgehkirina girtiyên Efrînê li Tirkiyê bê rawestandin

Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Efrînê ji ber belavbûna Vîrûsa Corona daxwaz ji Netewên Yekbûyî û Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan kir ku bi awayekî lez girtiyên ku di girtîgehên Efrînê û Tirkiyê de werin berdan.

Her wiha zext li dewleta Tirkiyê bikin da ku dadgehkirina sivîlên Efrînê li dadgehên Tirkiyê, bên rawestandin û rê li pêşiya Rêxistinên mirovî vekin, da ku rewşa girtiyên Efrînê bişopînin.

Back to top button