Rêber Ocalan bi malbata xwe re axivî

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku Rêber Ocalan û muwekîlên wan ên din ku li Îmraliyê girtî ne, bi malbatên xwere axivî ne.

Buroyê têkidarî hevîdtinê daxuyaniyek da.

Buroyê dazanîn ku muwekilên wan Rêber Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysi Aktaş ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ne, bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîne.

Li ser naveroka axaftinên bi rêya telefonê hatin kirin ti agahiyên berfireh ne hatine parvekirin.

Her çiqasî Parêzer û Malbatan daxwaza hevdîtinê dikin jî lê dewleta tirk a dagirker li hemberî van daxwazan bêdeng dimîne.

Back to top button