Artêşa Iraqê dest bi operasyonek ser sînorê Iraq-Sûriyê kir

Artêşa Iraqê û hêzên Heşda Şabî li ser sînorê Iraq-Sûriyê operasyoneke leşkerî li dijî çeteyên DAIŞ’ê da destpêkirin.

Îro, artêşa Iraqê di nav de hêzên Heşda Şabî û hêzên parastina sînor operasyoneke hevbeş li Çolistana Ekaşat ya Enbarê ya bi sînorê Iraqê-Sûriyê ve ye da destpêkirin.

Têkildarî operasyonê, Alîkarê Fermandarê Operayonên Enbarê yê Heşda Şabî, Ehmed Nesirullah, diyar kir ku ev operasyon piştî hat zanîn ku şaneyên DAIŞ’ê li herêmê aktîv bûne, pêk hat.

Hêzên Iraqê çeteyekî DAIŞ’î yê berpirs li Selah El-Dînê girt

Hêzên Ewlehiyê yên Iraqê jî ragihand ku îro wan berpirsê şaneya darvekirinê yê li cem DAIŞ’ê li parêzgeha Selahedînê girt.

Duh jî çeteyên DAIŞ’ê li navçeya El-Welîd a parêzgeha Enbarê êrîşek pêk anî û kesek revand.

Piştî operasyona hêzên ewlehiyê li herêmê, di navebra artêşa Iraq û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket.

Di encamê de, çeteyek DAIŞ’ê hat kuştin û gelek çete jî birîndar bûn.

Back to top button