Li Sûriyê li herêmên hikumeta Şamê hejmara kesên ku ji vîrûsa Coronayê rehet bûne bû 19 kes.
Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku 5 kesên din ji vîrûsê rehet bûne.
Bi vê yekê heta niha li Sûriyê bi giştî 19 kes ji vîrûsê rehet bûne.
Duh jî heman wezaretê ragihandibû ku 3 kesên din ji vîrûsê rehetbûne.
Hejmara giştî ya kesên bi vîrûsê li herêmên hikumeta Şamê 43 kes in.
Heta niha 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.
22’ê meha borî hikumeta Şamê yekem rewşa ku bi vîrûsê miribû, ragihandibû.